Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn 2024-10-21 21:06:02   AMED – Li Amedê helbest van Cegerxwîn di 40'emîn salvegera mirina we de ji aliyê saziyên ziman û wêjeyê û şaredariyê ve i çalakiyekê hat bibîranîn.    Helbestvan Cegerxwîn di 40'emîn salvegera mirina xwe de ji aliyê saziyên ziman û wêjeyê û şaredariyê ve bi çalakiyekê hat bibîranîn. Bîranîn li ÇandAmedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de ewilî sînevîzyon hat nişandan û paşê bi mijara "Tevkariya Helbesta Cegerxwîn a Li Muzîka Kurdî" hat lidarxistin. Hevşaredar, saziyên ziman û wêjeyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    Piştî panelê Koma Dilzar derket ser dikê û stranên ku ji helbestên Cegerxwîn hatine çêkirin gotin.