Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket 2024-12-23 08:50:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 262’yemîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket û bal kişand ser qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan.  Hejmara 262’yemîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket û bal kişand ser qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan. Rojnameyê destnîşan kir ku hêzên desthilat ku sûcê şer û mirovahiyê dikin, êrişî rastiyan dikin. Rojnameyê da zanîn ku hêzên desthilat hewl didin heqîqetê tune bikin û rastiyan tarî bikin, lê her çend êrîş bikin jî rastî tu carî di tariyê de namîne û pênûsa wan dê her zindî be. Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da analîzeke Kirmanckî ya bi ser navê “Neteweya Demokratîke” û bal kişand ser rêxistinbûn û polîtîkbûna gelê kurd.   Rojnameyê di rûpela Jinê de jî cih da nivîsa rojnamevan Medya Bal a bi sernavê “Cejna Êzî pîrozkirina greva birçîbûnê ye” bal kişand ser çîroka cejna Êzî. Rojnameyê cih da nivîsa rojnameger û nivîskar Medenî Ferho ya bi sernavê “Dîktator çûn, lê cellad hatin” û balê dikişîne ser hişmendiya wan a zilimkar.