Antolojiya Dengbêjên Botanê derket

img
ŞIRNEX - Nivîskar Bahadîn Robar ku Antolojiya Dengbêjên Botanê amade kir, anî ziman ku divê dengbêjiya ku hîmê sereke yê çand û wêjeya kurdî ye, bigihê nifşên nû. 
 
Pirtûka "Antolojiya Dengbêjên Botanê" ya nivîskar Bahadîn Robar ji Weşanên Arê der çû. Robar, di vê pirtûka xwe de çîroka 10 jê jin 63 dengbêjan bi xwendevanan re parve kiriye. 
 
Robar, diyar kir ku Botan di warê çandî de herêmeke pir dewlemend e û ji dîrokê heya niha pêşengiya wêjeyê kiriye, lê belê ev zengîniya wê pir nehatiye berbiçavkirin. Robar, anî ziman ku ji ber vê pirtûkek bi vî rengî amade kiriye û armanca wî ew bû ku tevkariya dengbêjên Botanê ya ji bo ziman û wêjeya kurdî xuyangtir bike.
 
Robar, bilêv kir ku gava dest bi xebatên vê pirtûkê kiriye, li herêmê tenê 10 dengbêj nas dikirin, lê belê gava daxilî nav bûye gelek navên nû û dengên nû bihîstiye. Robar, diyar kir ku derbarê 80 kesî de agahî berhev kirine, lê belê di berhema xwe de cih daye 63 kesan û got: "Me hevdîtin bi malbata dengbêjên wekî Seîd Axayê Cizîrî re kirin û me çîrokên wan berhev kirin." 
 
ÊN NAYÊN NASKIRIN 
 
Robar, bal kişand ser dengbêj Feqe Xalidê Sehdo û got: "Çavkaniyha kilamên Mihemed Arifê Cizawî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan hwd. ku di radyoya Bexdayê de kilam gotine, Feqe Xalidê Sehdo ye. Kilama Eyşana Elî ku me ji Cizrawî guhdar kiriye, kilama Feqe Xalidê Sehdo ye." 
 
Robar, destnîşan kir ku piraniya dengbêjên ku wî hevdîtin bi wan re kiriye, ji dêya xwe hînî dengbêjiyê bûne û got: "Ev jî nîşan dide ku, dayik dengbêjiyê digihînin nifşên nû. Min çîroka 10 dengbêjên jin nivîsandin. Piraniya wan an ne sax in an jî koçî metrepolan kirine. Lê li ser jiyana Meryem Xan, Ne'ma Xelîl, Xezala Eliyê Mijinî hûr bûm." 
 
Robar, anî ziman ku hîmê çand û hunera kurdî dengbêjî ye û got: "Saziyên kurdî, partiyên siyasî, şaredarî divê ji bo berdewamiya vê çandê tevbigerin." 
 
MA / Mujdat Can