Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket

img

AMED - Albûma “Feqî” ya Firat Med roja serê salê derket. Firat Med dibêje ku ew vê berhemê diyarî giyanên Feqiyê Teyran dike û dixwaze sala 2022’yan bibe sala azadiya gelê Kurdistanê. 

Hunermend Firat Med bi albûmek nû li pêşberî guhdarên xwe ye. Firat Med piştî albûmên xwe yên bi navê “Spî” û “Xeyal” vê carê jî bi singleyek nû bi navê “Feqî” derxist û vê berhemê jî diyarî Feqiyê Teyran dike. Albûma wî ya sêyem “Feqî” ku ji 5 stranan pêk tê strana “Jehra Evînê” ku helbesta Feqiyê Teyran e jî têde cih digire. 
 
Berhem ango albûma Med ji stranên wek “Bijang”, “Hêviya”, “Jehra Evînê,” “Mij û Dûman” û “Dîlberê”  pêk tê. Gotin û muzîka stranên “Bijang” û “Hêviya” aydî Firat Med in. Albûma nû ya Med li ser hemû platformên dîjîtal hatiye belavkirin û dikare were guhdarîkirin. 
 
DIYARÎ FEQIYÊ TEYRAN DIKE
 
Firat Med derbarê albûma xwe ya nû diyar kir ku ji ber ew vê albûmê diyarî Feqiyê Teyran dike navê “Feq”" lê kiriye û bi serê sala nû ango di 1’ê çile 2022’yan derketiye. Med destnîşan kir ku hêvî dike ev albûma wî ji sala 2022’yan re bibe sala azadî, aramî û yekîtiya gelê kurd. Med anî ziman ku ew dildar û hezkiriyê xelk, ax, welat û ziman û çanda xwe ye û ew ê dixwaze li ser axa Kurdistanê êdî ne xwîn û şer lê jiyanek azad û xweş peyda bibe. 
 
FIRAT MED KÎ YE?
 
Firat Med li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Eleqeya wî bi muzîk û hunerê re di temenê biçûk de dest pê kir. Di 17 saliya xwe de yekem berhem ango strana xwe ya bi navê ''Dîrok'' nivîsî û çêkir. “Dîrok” ji aliyê hunermendê kurd Hogir ve hat gotin û vê stranê cihê xwe di albûma “Pêt” a Hogir de girt. Firat Med di sala 2013’an de yekem albûma xwe ya profesyonel bi navê “Spî” derxist. Bi berhemên xwe yên wekî “Dîrok, Roboskî, Zindan, Artêşa Hevalan û Yarê” bêtirîn tê nasîn. Ev berhem li ser platformên dîjîtal ji aliyê mîlyonan ve hatine guhdarîkirin. Berhema Firat Med a bi navê “Xeyal” jî di sala 2020’an de derket. Di sala 2022’yan de bi albûma “Feqî” li pêşberî muzîkhezan e.