Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr a Amedê ya ji bo lîstika "Don Kîxot", ji ber nedayîna vîzeya 3 şanogeran hat taloqkirin. 
 
Şanoya Bajêr a Amedê, hewl dida ku di meha Sibatê de tûrneyeke Ewropayê li dar bixe. Lê belê Almanyayê vîze neda 3 lîstikavnên lîstika Don Kîxotê. Balyozxaneyê nedayîna vîzeyî jî spart hinceta dibe ku ev lîstikvan ji Almanyayê venegerin. 
 
Balyozxaneya Almanyayê vîze neda şanoger Ozkan Şeker, Dîcle Gunel û Şîlan Alagozê û yên mayîn jî tenê ji bo salekê vîze da wan.