Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê

img
AMED – Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, li avahiya komeleyê bi şahiyeke muzîkê Serê Salê pîroz kir. 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, bi boneya 13'ê Çileyê ku wekî sersala kurdan tê qebûlkirin, li avahiya xwe ya li navçeya Sûr a Amedê şahiya "Serê Salê" li dar xist. 
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de gelek kes tevli şahiyê bûn. Beşdaran eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê da. 
 
‘RAGIHÎNIN NIFŞÊN NÛ'
 
Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn, hêvî kir ku sala nû ji bo gelê kurd bibe cihê azadiyê û xwest xebatên wan ên hunerî bigihên nifşên nû. 
 
Piştî axaftinan, hunermend çûn ser dikê. Mêvanan li ber kilam û stranan govend gerandin û Serê Salê pîroz kirin.