Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin

img
ÎZMÎR - Belgefîlma ji bo bîranîna Denîz Poyraz a di êrişa li dijî Rêxistina HDP’a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da hatiye kişandin, hate weşandin. 
 
Yenî Dalga ji bo bîranîna Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de ji aliyê Onûr Gencer ve di êrişa li dijî Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin, belgefîlma bi navê “Min navê wê kir Denîz (Deniz Koydum Adını) kişand. Di belgefîlma ku li ser hesabên medya sanal hate weşandin de tiştên ku di salekê de qewimîne kirine mijar. 
 
Hevpeyvînên ku bi dayika Denîz Poyraz Fehîme û bi bavê wê re Abdûlîlah Poyraz, Hevserokên HDP’ê yên wê demê Besriye Tekgur û Abdûlkadîr Baydûr, Serokê Rûmetî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal ku di 12’ê gulana 1998’an de di êrişa çekdarî de giran birîndar bûbû re hatine kirin di belgefîlmê de cih girtin. Her wiha di belgefîlmê de têkoşîna Poyraz, armanc û bandora komkujiyê hatin nirxandin.