Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike

img
MÛŞ - Li Zanîngeha Alparslan a Mûşê xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ku xwestin bi boneya mezûniyeta xwe pankarta bi kurdî vekin. Lê belê rêveberiya zanîngehê hewl da pêşî li xwendekaran bigire û nehêle pankart were vekirin. 
 
Dijbertiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî ziman û çanda kurdî roj bi roj xwe bi mînak û astengkirinên sosret nîşan dide. Li Zanîngeha Çewlikê, Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê û li Zanîngeha Alparslan a Mûşê beşa “Ziman û Wêjeya Kurdî” hatine vekirin. Heta niha bi sedan xwendekar ji van beşan mezûn bûn. Her sal di dema mezûniyetê de xwendekarên vê beşê bi çalakiyên cur bi cur dixwazin balê bikişînin ser zimanê kurdî. 
 
Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê, xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê duh xwestin bi boneya mezûniyeta xwe pîrozbahiyekî li dar bixin. Xwendekarên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, xwestin pankarta “Şêrîn û xweş e zimanê kurdî” vekin. Lê belê rêveberên zanîngehê hewl dan vekirina pankarta bi kurdî asteng bikin. Li ser vê yekê di navbera xwendekar û rayedarên zanîngehê de nîqaş derketin. 
 
QEDEXEYA DERAQILÎ
 
Rêveberiya zanîngehê ji bo pêşîlêgirtina vekirina pankarta bi kurdî, ewlehiya taybet şand cem xwendekaran û ji ewil nehişt ku pankart bê vekirin. Di dîmenên ji hêla xwendekaran ve hatine kişandin de xuya dibe ku xwendekar israr dikin ji bo ku pankartê vekin lê belê rayedarekê zanîngehê bi vê hincetê qedexe dike: “Heta ku hûn destûrê ji me nexwazin, hûn ê nikarin vê pankartê vekin.” 
 
Lê belê li gel hemû hewldanên astengkirinê yên zanîngehê jî xwendekaran pankarta xwe vekir û li ber stranên kurdî pîrozbahiya xwe li dar xistin.