Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan

img
AMED - Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê perwerdehiya xwe ya salê bi konsera “Dîwana zarokan” temam kirin. Temaşevanan bi kêfxweşî li zarokan guhdar kir. 
 
Akademiya Zarokan a Ma Muzîkê performansa xwe ya salê bi konserekê derketin pêşberî muzîkhezan. Zarokên muzîkjen ku di gelek beşên muzîkê de perwerdehiya profesyonel wergirtin, derketin pêşberî muzîkhezan û konserek xweşik û bi kelecan li dar xistin. Zarokan konsera xwe ya bi navê “Dîwana zarokan” li avahiya Ma Muzîkê li dar xistin. Gelek zarok û malbatên xwe tev li şahiyê bûn. Zarokên ku temenê wan di 7-15 salî de diguhere bi enstrûmanên wek keman, piyano, baxleme, bilûrê hunera xwe nîşan dan. Zarokan di astek bilind de performans nîşan dan û hem temaşevanên xwe kêfxweş kirin û hem jî bi eleqeyek mezin re rûbirû man. 
 
Ji mamosteyên Ma Muzîkê Ferhat Ertaş destpêkê axivî û got: “Şagirtên me yên akademiya zarokan wê li vir performansa xwe ya salekê bi we re parve bikin. Îro ne em, wê zarok biaxivin.” 
 
Zarokan û mamosteyên xwe bi strandina strana “Kurdistan çi xweş e” şahiya xwe bi dawî kirin.