Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû

img
MELETÎ - Li gundê Kurecîkê yê navçeya Arganê Mala Cemê hat vekirin û di vekirinê de li dijî polîtîkayên pişaftin û înkarê yên li ser elewiyan banga têkoşîna hevpar hat kirin. 
 
Li gundê Kurecîkê yê navçeya Arganê ya Meletiyê, Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê hat vekirin. Endam û rêveberên şaxên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) ên Meletî û Semsûrê, endam û rêveberên Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Semsûrê, endam û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Meletiyê û gelek kes tev li vevekirinê bûn. 
 
Di merasîma vekirinê de Serpoka Şaxa PSAKD'ê ya Meletiyê Latîfe Ûlûtaş axivî û ev tişt gotin: "Li herêmeke mîna Kurecîkê ku yek ji cihên pişaftine lê zêde ye ev vekirin gelek biwate ye. Çawa ku em ji zimanê xwe hatine dûrxistin wisa ji bawerî û ola xwe jî hatine dûrxistin. Ev dewlet hewl dide me tune bike. Ji ber vê tişta dikeve ser milê me sekinandina me ya li rex hev û têkoşîna hevpar e. Divê eleqî ala kesên cihêkarî li wan tê kirin bi hev re bilind bikin." 
 
Piştî axaftinê qurdeleya Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê bi diayan re ji aliyê dayika ocaxê ve hat birîn.
 
Piştre pîrên elewiyan li ser post rûniştin û bi axaftin û daxwazan re îbadeta çeraxê hat kirin. 
 
Vekirin bi parvekirina loqmayê re bi dawî bû.