‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’

img
AMED – Hevgerînendeyên Giştî yên Kovara Destarê Heval Dilbihar û Jîn Aryenê destnîşan kirin ku Destar li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyi ye û ew dixwazin li dijî modernîteya kapîtalîst wêjeya xwebûnî û gerdûnî ji nû ve saz bikin. 
 
Kovara Destarê bi dirûşmeya, “Destarê kurdî hûr dihêre” û bi armanca sazkirin û pêşxistina 'Wêjeya Xwebûnî û Gerdûnî" di meha Hezîranê 2021’ê de dest bi wêşanê kiribû. Kovar bi zaravayên kurdî; kurmancî, kirmanckî, soranî, hewramî û kelhûrî weşanê dike. Heta niha 6 hejmarên kovarê der çûne. Di kovarê de ji çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û Qafqasyayê nivîskar dinivîsin. Kovar, ji beşên sereke yên wek; Destarê Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Hewramî û Kelhûrî pêk tê. Di naverokê de jî beşên cuda yên wek Raman, Lêkolîn û Vekolînên Wêjeyî, Rexneya Wêjeyî, Wêjeya Devkî, Roman, Çîrok, Ceribandin, Helbest, Werger, Wêjeya Cîhanê û Kovargeriya Kurdî cih digirin. Piştî hejmara 5’an, hejmara 6’an a Kovara Destarê bi dirûşmeya, ‘Dem dema wêjeya kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e’ di 12’ Mijdarê de derket û diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê hat kirin.
 
Hevgerînendeyên Giştî yên Kovara Destarê Heval Dilbihar û Jîn Aryenê têkildarî kovarê û wêjeya kurdî pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
We navê kovarê çima kir Destar? Gelo mirov dikare têkiliyeke çawa di navbera wêjeya kurdî û destarî de saz bike?
 
 
Destar, xwedî felsefeyekê ye, bingeha wê ya dîrokî, civaknasî, bîrdozî û wêjeyî heye. Her çi qas Destar wekî amûreke çandiniyê xuya dike jî, lê têgeheke bingehîn a wêjeyê ye jî. 
 
Heval Dilbihar: Di gerdûnê de her giyanewer û tişt bi navê xwe pênaseya xwe diyar dike. Ji ber vê nav ne tenê danasîneke teknîkî ye. Nav xwebûnê diyar dike. Ew ji bo weşengeriyê jî wisa ye, Navê kovar, pirtûk an jî berhemeke wêjeyî giyanê naveroka wan e. Kovara Destarê jî navê xwe li ser vê bingehê saz kir. Destar berî her tiştî xwedî felsefeyekê ye, bingeha wê ya dîrokî, civaknasî, bîrdozî û wêjeyî heye. Destar di dîrokê de amûreke hilberînê ya bingehîn û sereke ye. Destar felsefeyeke jiyanê ye, jiyaneke bihevrebûyî. Destar bi çend kesan tê gerandin û di nav de kolektîfbûyîn heye. Li gor lêkolînên dîrokî jî destar ji aliyê kurdan ve hatiye dîtin. Di dema gerandin û hêrandina destarê de stranên li ser vî karî hatine gotin, şevbuhêrk hatine lidarxistin, bi vî awayî têkiliya di navbera destar û wêjeyê de jî saz bûye. 
 
Dema ku em qala serdema nûjên a ku di navenda wê de kapîtalizm heye yan jî qala desthilatdaran dikin dibêjin çerxa xwe digerînin, anku dema ku em qala çerxê dikin desthilatdar û serdest tên bîra me; lê destar civakê, xwezabûnê, jinê û jiyaneke hevpar tîne bîra me, jixwe ev jî çavkaniya wêjeyê ye. Wêjeya rasteqîn xwe li gor heqîqeta civakê, jinê û jiyaneke hevpar saz dike, bi taybetî jî ev yek ji bo kurdan wisa ye. Ji ber vê yekê her çi qas Destar wekî amûreke çandiniyê xuya dike jî, (lê) têgeheke bingehîn a wêjeyê ye jî. 
 
Me konsepta kovarê jî li ser peyv, têgeh û diyardeya destarê saz kir. Yanî dema ku me navê Destarî saz kir, me aliyên wê yên civakî, felsefî, sosyolojîk, wêjeyî û dîrokî li ber çavan girt û li ser vê bingehê xwest destarê wêjeyî saz bikin.
 
Wêjeya ku em bi riya kovara Destarê digerînin, wêjeyeke rexnegir e; li dijî wêjeya heyî, wêjeya serdestan, wêjeya desthilatdaran, wêjeya ku bi çerxa hişmendiya desthilatdariya mêrê serdest digere…
 
Kovara Destarê halî hazir di wêje û rexnegeriya kurdî de roleke çawa dilîze?
 
Heval Dilbihar: Destar çawa ku xwe digihîne bi hezaran salan beriya niha, Kovara Destarê jî di wateya wêje û zimanê kurdî de xwe digihîne bi hezaran salan beriya niha. Me bingeha kovara Destarê li ser felsefeya Modernîteya Demokratîk saz kir, wêjeya wê jî wêjeya Modernîteya Demokratîk e ku em jê re wêjeya xwebûnî û gerdûnî jî dibêjin. 
Wêjeya ku em bi riya kovara Destarê digerînin, wêjeyeke rexnegir e; li dijî wêjeya heyî, wêjeya serdestan, wêjeya desthilatdaran, wêjeya ku bi çerxa hişmendiya desthilatdariya mêrê serdest digere, wêjeya modernîst, wêjeya postmodernîst, olperest, nîjadperest û  rexnegir e. Kovara Destar li dijî wan,  wêjeya xwebûnî, gerdûnî û civakî diparêze. Rêxnegeriya me li dijî hemû feraset, hişmendî û nêzikatiya serdestan e. Em dixwazin bi riya kovara Destar wêjeya xwebûnî û gerdûnî ji nû ve saz bikin. Navênda vê felsefeya xwebûnî û gerdûnî jî jina azad û civaka azad e. Heta niha gelek kovar û berhemên wêjeyî yên kurdî hatine sazkirin, lê gelemperiya wan, nêrîna xwe yan ji hişmendiya serdest a Ewropa, yan ji olperestiyê, yan jî ji modernîzmê digirin. Em li dijî vê rewşê rexnegir nêzik dibin û dibêjin ku navenda wêjeya kurdî û kurdewar Kurdistan e û di heman demê de jî hemû gerdûn e. Kurd niha di gelek mijaran de pêşengiya cihanê dikin. Çawa ku 4-5 hezar sal beriya niha jî kurdan pêşengiya wêje û gelek tiştan kirine niha jî tevî ewqas dagirkerî û êrişan jî vê pêşengiyêji nû ve bi pêş dixin.
 
Destar kovara miletekî bindest e ku bi polîtikayên bişaftinê re rû bi rû ye. Gelo dagirbûna Kurdistanê û polîtikayên bişaftinê bandoreke çawa li ser kovarê dike?
 
Heval Dilbihar: Bi salan e li ser gelê kurd polîtikayên pişaftinê ji gelek milan ve tên meşandin. Netewdewlet û taybetî jî netew dewleta tirk di asta komkujiya çandî de li ser gelê kurd gelek kiryarên hovane dimeşîne. Pişaftin û tunehesibandina çand û zimanê kurdî bi awayekî plankirî tê meşandin. Ev yek ji bo wêjeya kurdî jî wisa ye. Wêje giyan û bîra civake ye. Ji ber vê wêjekujî di heman deme de bîrkujî, netewkujî û dîrokkujî ye. Bi wêjekujiyê dixwazin di şexşê kurdan de mirovahîkujiyekê bi pêş bixin. Lê tekoşîna behempa ya kurdan pêşî li vê armancê girt. Bi taybetî jî Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ya destanî, ku 50 sal e tê meşandin wek hemû qadan qada wêjeyê jî ji nû ve vejand. Lê kiryarên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî hê jî bi rengên cuda tên meşandin û bandorê li ser wêje û kovaran jî dike. Heke îro zimanê kurdî di dibîstanan de zimanê perwerdehiya fermî bûya, kovara Destar ku îro li bakur bi bi hezaran tê xwendin dê bi 10 hezaran bihata xwendin, wêjeya kurdî dê hê behtir belav bibûya. Lê tevî vê jî Destarê kurdan hê jî dihere. Wêjeya Destar wêjeya şoreşger e. Ji ber vê fonksîyonê Destar hem bi zimanekî wêjeyî digere û dihêre, hem jî li dijî her cureyê desthilatdar, serdest û kêdxwariyê raperîneke wêjeyi ye, di heman demê de jî Destar, xwedî xeteke birdozîk û polîtîk e. 
 
Kovara Destar ne tenê kovareke berhemên wêjeyî ye, wek armanc giyanekî wêjeyî yê kurdan e. 
 
Kovara Destarê bi mijarên xwe û naveroka xwe ve ji hêla gel ve bersiveke çawa dît? Hûn bêgûman banga xwendina kovarê ji bo her kurdîhezan dikin. Gelo kurdîhez çima divê kovara Destarê bixwînin?
 
Heval Dilbihar: Pêşketina zimanekî girêdayî pêşketina wêjeya wî zimanî ye. Wêje qada bingehîn a civakê ye, di gelek milan de keseyata civakê diyar dike. Kurdeke/î ku berhemên Ehmedê Xanî, Lîza Xanim û Cegerxwîn bixwîne bi wê/wî bîrek pêk tê. Ew bîr jî di nav xwe de hişmendiyekê saz dike. Ew hişmendî jî nêrîneke xwebûnî û gerdûnî saz dike. Ji ber vê heke kurdek bixwaze li ser kurdbûneke xwebûnî û gerdûnî jiyanekê saz bike divê wêjeya xwebûnî û gerdûnî di xwe de bi cih bike. Kovara Destar jî navnîşana vê yekê ye. Gelê kurd, jin û civanên kurd heke 6 hejmarên Kovara Destar bixwînin û xwe berdin bîra kovara Destar, ê baş bibînin ku di kovarê de xwebûna wan, giyanê xwebûnî û gerdûniya kurdewar veşartiye. Kovara Destar ne tenê kovareke berhemên wêjeyî ye, wek armanc giyanekî wêjeyî yê kurdan e. 
 
Kovara Destarê di avakirina wêjeya kurdî ya serbixwe de roleke çawa dide jinê, jin di qada wêjeya kurdî de xwe çawa û çiqas tînin ziman?
 
Jîn Aryen: Kovar rolêke taybet nade jinê, lê di nav jiyanê de rola ku jinê girtiyê û ked û têkoşîna jinê bi awayekî berhemdar û wêjeyî derdixe pêş. Nêrîna jinê û nêrineke jîneolojîk ji bo me esas e. Bi qasî ku ji destê me tê em dixwazin jin jî xwe di kovarê de bibînin û nas bikin.
 
Jin hem wekî zayend hem wekî çînekê di hedefa êrişên dewleta baviksalarî de ne. Di Wêjeya Şoreşger û Xwebûnparêz de dengê jinê çawa derdikeve? Gelo wêje dikare xwe ji polîtîkbûnê rizgar bike?
 
Parastina xwebûnê  jî di heman demê de helwesteke şorêşgerî ye. Îro dema dayik bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxivin ev jî helwesteke şorêşgerî ye…
 
Jîn Aryen: Berovajiya vê em dibêjin, polîtîka, wêje, huner, tekoşîna azadiya jinê û daxwaza azadiya gelan hemû bi hev re ye. Jiyan yekpare ye em nikarin jiyanê parçe bikin.  Îro polîtîkaya heyî ya serdestan xwe li ser jiyanê ferz dike. Dixwaze ku qadeke xweser ya wêjeyê ava bike û kesên jin, ciwan û kedkaran jî ji vê qadê dûr bixe. Heke kesên hunermend û nivîskar ji polîtikayê bên dûrxistin nava polîtikayê û jiyanê dê were valakirin. Rewşenbîr û hunermend îro ji civakê jî tên dûrxistin û bi awayekî elîtîst derdikevin pêş. Jixwe serdest jî dixwazin vê yekê ava bikin. Lê em jî dibêjin polîtika di nav jiyanê de ye. Dema em tiştekî dinivisînin di wê nivîse de armancek heye, peyama ku em dixwazin bidin heye. Ev jî polîtîka ye. Di nava nivîse de jî bandora jiyanê heye û em nikarin xwe ji vê dûr bixin. Ev polîtîkaya serdestan herî zêde jî li ser jinê bandorê dike, lewre  kesên herî zêde ji qada polîtikayê tên dûrxistin jin in. Ev qad weke qada mêran tê hesibandin jixwe û li hemû meclîsên cîhanê di hejmarê de jî jin pir kêm in. Ji ber vê pêwîstê jin li dijî vê yekê bi awayekî şoreşger tevbigerin. Serdest di qada wêjeyê de jî, di civakê de jî dixwazin li gor xwe rolmodelên jinê ava bikin. Yanî  wan li gor xwe kirasek ji jinê re dirûne û dixwazin wî kirasî li jinê bikin. Mêr divê li gor xwe ji jinê re rolan nenivisîne, hest û ramanên jinê herî baş jin dikarin bînin zimên. Lê di wêjeye de nivîskarên mêr li gor xwe jinê dinivisînin û dixwazin ku hişmendî û nêzîkatiya jinê jî li gor wê teşê bigre. Jin li dijî vê hişmendiya mêrane pewîst e ku bi awayekî şoreşger wêjeya xwe ji nû ve saz bike. 
 
Dirûşmeya me ya ‘Wêjeya Şoreşger û Xwebunsaz’  jî li ser vê bingehê ye. Lewre parastina xwebûnê  jî di heman demê de helwesteke şorêşgerî ye. Îro dema dayik bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxivin ev jî helwesteke şorêşgerî ye, ku di bin qirkirina bişaftinê de ew parastina xwebûna xwe,  çand û zimanê  xwe dikin. 
 
Hejmara 6'an a Kovara Destarê bi dirûşmeya, 'Dem dema wêjeya kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e' derket û we ev kovar diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê kir. Hûn dikarin hinekî qala dirûşmeya kovarê û sedema diyarîkirina vê dirûşmeyê bikin?
 
Jîn Aryen: Îro li çar aliyê Kurdistanê bi pêşengtiya jinê û ciwanan di qadên cuda de şorêş pêk tên. Îro hemû cihan jî qebûl dike ku di nav civakê de guhertinek polîtîk pêş dikeve û pêşengiya vê jî kurd û jinên kurd dikin. Ji ber wê em dikarin bibejin ku em di dem û erdnîgariyeke şoreşgerî de dijîn.
 
Îro ji bo wêjeya kurdî jî pêwîst e ku wêjeyeke şoreşger bê sazkirin. Lewre tevî ew qas şoreş pêk tên û têkoşîneke bêhempa tê dayin, wêjeya kurdî qels dimîne. Li gor min tiştên ku em jin û gelê kurd dijîn berdêlên ku tên dayin, mixabin di heman astê de di wêjeya kurdî de cih nagire. Ev rojên dîrokî ku em tê de dijîn pewîst e biteyise wêjeyê jî.  Ji ber vê sedemê jî em dibêjin, ‘Dem Dema Wêjeya Kurdî ya Şoreşger e’. 
 
Di dîrokê de hinek dem hene ku wek mîlad tên pênasekirin, ji ber ku pêvajoyeke tê destpêkirin û dibe wek sembolek. Jîna Emînî jî ji bo tekoşîna gelê kurd û tekoşîna azadiya jinê sembolek e. Di sala 1955’an de jina bi navê Rosa Parks ji ber ku çermê wê reş bû li Amerîkayê ji gelek mafên mirovî bêpar bû û kesên reş nehiştin di otobosê de jî rûnin.  Rosa Parks li ser vê çalakiyeke dide destpêkirin û ew çalakî dibe sedema têkoşîna azadiya mirovên ku çermê wan reş e û hemû cihanê jî belav dibe. Pêvajoya piştî qetilkirina Jîna Emînî û sekna Jîna Emînî ya li dijî desthiladariya Îranê jî  hinek dişibe vê rewşê. Sekna Jîna Emînî û şehadeta wê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêvajoyek da destpêkirin û ev serhildan hê jî berdewam dike. Ji ber vê jî em dibêjin ku jina li ser roman bê nivîsandin, helbest bê xwendin û di her qadê wêjeyê de cih bigrin ew jin in. 
 
Nagîhan Akarsel jî ji bo me di heman wateyê de ye. Nagîhan Akarsel beriya nasnameya xwe ya rojnamegerî û nivîskariyê têkoşereke jina kurd e. Gelek lêkolîn û nivîsên Nagihan Akarsel hene ku bûne xeta me ya  jîneolojiyê û nêrîna me ya jinê ku çawa biteyisînin wêjeyê diyar dike. Ji ber vê yekê Nagîhan Akarsel di tekoşîna jinan û kurdan de di asteke cuda de ye. Ji ber vê têkoşîn û heqîqetê, awayekî hovane li başûrê Kurdistanê hate qetilkirin. Me jî ji ber van sedeman û ji bo bîranîna wan hejmara 6’an a kovara Destarê diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê kir.
 
MA / Mahmût Altintaş