Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû

img
 
AMED - Egîtîm Sena Amedê ya Şaxa Jimara 1'emîn encama Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkal eşkere kir. Di pêşbirkê de 6 kes bi ser ketin. 
 
Sendîkaya mamosteyan Egîtîm Sena Şaxa Amedê ya Jimara 2'yemîn bi wesîleya 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere kir.  Egîtîm Senê li avahiya xwe ya li semta Dîclekenta Amedê eşkere kir. Di daxuyaniyê de rêveberên Egîtîm Senê û xwendekarên tv li pêşbirkê bûbûn di daxuyaniyê de amade bûn. Wêneyên tev li pêşbirkê bûne li dîwar hatin daliqandin. 
 
Rêveberê Egîtîm Senê ya Amedê ku ji Rêxistinkirina Perwerdehiyê Berpirsiyar e Fesîh Zîrek axivî û wiha got: “20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê ye. Ev di sala 1989'an de ji aliyê Lijneya Netewên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin.  Divê ev roj wek roja zarokan bihata pîrozkirin. Lê mixabin ne li Rojhilat Navîn û ne jî li cîhanê zarok vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî nakin. Her roj bi sedan zarok ji ber şer û ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Nemaze îro li welatê me mafên zarokan hemû ji destên wan hatine girtin. Zarok tên kuştin. Yek ji wan zarokan jî Ceylan Onkol bû. 13 sal berê di encama gulebaranê de hat qetilkirin. Ji bo bîranîna wê em vê pêşbirkê li dar dixin. Di nava pêşbazan de 3 xwendekarên dibistana destpêkê û 3 xwendekar jî ji dibistana navîn di pêşbirkê de bi ser ketine. 
 
Piştî axaftina Zîrek, Sekretera Egîtîm Senê Medîne Mete daxuyanî xwend.