‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'

img

STENBOL - Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz diyar kir ku desthilat bi mîhrîcanên li dar dixe, dixwaze li Kurdistanê tiştên anîne serê gel bide jibîrkirin û got ku bi qedexekirina konserên kurdî asîmlasyonê tê domandin. 

 
Polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Tirkiyeyê bênavber didomin. Di demên dawî de li Kurdistanê çalakiyên çandî bi hinceta "ewlehiya cemaweriyê" tên qedexekirin. Lê desthilat bi xwe li Kurdistanê bi destê qeyûman mîhrîcanan li dar dixe. Perwerdekar û hunermendê NAvenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz, polîtîkaya asîmlasyonê ya dewletê nirxand. 
 
QEDEXE
 
Hunermend Cengîz diyar kir ku desthilat bi polîtîkayên asîmlasyonê yên li hemberî zimanê kurdî dixwaze civakê biçewisîne. Cengîz destnîşan kir ku di bin vê qedexekirina ziman û muzîka kurdî de "kodeke" dîrokî heye û bal kişand ser qedexeyan. Cengîz diyar kir ku desthilat li hemberî kurdî xwedî polîtîkayeke "durû" ye û wiha got: "Desthlat dibêje, 'ger bi kêrî min bê ez ê qebûl bikim, lê ne di bin banê min de be ez ê qedexe bikim.' Ev rewşeke kêfî ye. Lê mixabin gava îtiraz jî qels bin, wisa bi rihetî hereket dikin. Ev yek jî nîşan dide ku ew feraseta wan a berê ya li hemberî kurdî û gelê kurd didome. Û qanûneke ku vê qedexe bike jî tune ye. A rast li vî welatî kes pir guh li qanûnan nake, lê qet nebe qanûnek heye û mafekî me yê îtirazê heye." 
  
‘CIVAKÊN KU HUNERÊ HILBERÎNE MAYINDE NE'
 
Cengîz ragihand ku civakên ku hunerê hilberînin mayinde ne û got ku huner bi zimên pêş dikeve. Cengîz axaftina xwe wiha domand: "Hunermend jiyanê berfirehtir dibînin û sêwirandinên wan jî kûrtir in. Gelek tiştên ku mirov wan nabînin, hay ji wan çênabin hunermend wan dibînin û disêwirînin. Civaka xwedî hunermend hîn bêtir mayinde ye. Lê bifikirin îro ji ber sêwirandinên dengbêjan, gelek tişt di bîra me de mane. Hunermend çi qasî kûr bibe, zimên ew qasî kûr, bibandor û mayinde dibe." 
 
ARMANC JIBÎRKIRINA PAŞEROJÊ YE
 
Cengîz anî ziman ku desthilat hemû xirabiyên li dijî gelê kurd û zimanê kurdî rewa dike û got ku pergal kurdan wekî welatiyên xwe nahesibîne. Cengîz wiha axivî: "Ji ber ku wekî welatiyê xwe li wan mêze nake, dibêje 'ji nirxên xwe dûr bikevin.' Me di mîhrîcanên li Cizîr, Sûr û deverên din de dît. Li van deran êşine pir mezin rû davûn. Sedema van mîhrîcanan ew e ku tiştên anîne serê gel bidin jibîrkirin. Hûn ê vê bi çi awayî bikin? Hûn biçin tiştekî beredayî derxînin holê û bidin ber civakê û ferz bikin. Em dikarin hemû zimanan û awayên muzîkê binirxînin. Hûn dizakrin muzîka kurd, muzîka tirkî jî nîqaş bikin. Lê ev nîqaş divê di çarçoveya fikrî de be. Qedexekirina wê asîmlasyon e, faşîzm e." 
 
'KURD DÊ DEST JI NASNAMEYA XWE BERNEDIN'
 
Cengîz ku got "Bi qedexekirina konseran kurd dê dest ji nasnameya xwe bernedin" û wiha got: "Bi taybetî ji bo gelê kurd dibêjim, ez wekî ferdekî vê civakê dibêjim. Me zû de ew tişta ku em ê bi van qedexeyan dest jê berdin an jî taloq bikin derbas kiriye. Civak êdî serwext bûye, xwedî li hemû nirxên xwe derdikeve. Lewma ev liv û tevgerên wan bêfêde ne."