Ji hunermendan çalakiya ‘Civakîkirina aştiyê’

img
STENBOL - Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê dê di 20’ê Îlonê de bi sernavê “Civakîkirina aştiyê” çalakiyê li dar bixe. 
 
Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê dê di 20’ê Îlonê de li Stenbolê bi beşdariya gelek hunermandan li Navenda Çandê ya Eyûp Sûltan hevdîtinekê li dar bixe. Hevdîtin dê ji 3 rûniştinan pêk bê. 
 
Di rûniştina ewil de dê li ser tecrûbeyên pêvajoyên aştiyê yên cîhanê û polîtîkayên necezakirinê yên li Tirkiyeyê û dozên hevrûbûnê; di rûniştina duyemîn de dê pêvajiya ji “pêvajoya çareseriyê” ya sala 2015’an heta niha, encamên pêvajoyên aştiyê yên ji sala 1993’yan heta niha bi xwe re anîn, medya û hwd.; di rûniştina sêyemîn de jî dê foruma bi sernavê “Di civakîkirina aştiyê de rola huner û hunermandan” were lidarxistin. 
 
Rojnameger Abdurrahman Gok, Burcu Karakaş, Ahmet Guneş, Candan Yildiz, rojnameger û nivîskar Metîn Yegîn, Koordînatora Navenda Lêkolîna Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç û gelek kesên din tev li bibin.