Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî 2021-05-15 21:51:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serok dewletê Filistînê Muhmud Abbas re bi telefonê hevdîtin pêk anî.    Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serokê Dewletê yê Filistînê Muhmud Abbas re bi telefonê hevdîtin pêk anî.   Biden piştî hevdîtina bi Netenyahu re li Abbas geriya û hat zanîn ku di rojeva hevdîtinan de geşedan û bûyerên di navbera Îsraîlê û Filistînê hebû.    Hat diyarkirin ku piştî Biden bû Serokê Amerîkayê cara ewil e bi her du lîderan re hevdîtin pêk tîne.