Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike 2021-06-09 13:34:09   CENEVRE – Raportorê NY’yê Mary Lawlor, banga berdana parastvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê kir û ev tişt got: “Tirkiye, bi girtina parastvanên mafên mirova, mafê azadiya ramanê û rêxistinbûnê û bi awayekî qanûnî sazkirina pîşeyê xwe ya kesan bin pê dike.”     Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Têkildarî Rewşa Parastvanên Mafên Mirovan Mary Lawlor, derbarê zextên li dijî parastvanên mafê mirovan û girtina wan daxuyaniyeke nivîskî da. Lawlor, diyar kir ku li Tirkiyeyê qanûnên ji bo têkoşîna li dijî terorê ji bo bêdengkirina parastvanên mafên mirovan tên bikaranîn û got ku ew ji vê rewşê bi fikar in.    ‘PARASTVANÊN MAFÊN MIROVAN HEDEF TÊN GIRTIN’   Lawlor, da zanîn ku parastvanên mafên mirovan û parêzer ji ber nêrinên wan ên muxalîf polis tundî û îşkenceyê li wan dikin û wiha got: “Tirkiye, gelek caran parastvanên mafên mirovan û parêzeran ji azadiyê kiriye û mafê azadiya ramanê û rêxistinbûnê û bi awayekî qanûnî sazkirina pîşeyê xwe ya kesan bin pê dike.”     MA / Ruştu Demîrkaya