Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya 2021-08-31 14:26:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Karên Jinan a Afganistanê Hasîna Safî, piştî ku Talîbanê welat kontrol kir rûyê xwe veşart û ji welatê xwe reviya.    Wezîra Karên Jinan a Hikûmeta berê ya Afganistanê Hasîna Safî, neçar ma ku rûyê xwe veşare û ji welatê xwe bireve. Safî, tevlî bernameyeke ABC'nin The World Todayê bû û qala reva xwe ya ji welatê xwe kir. Safî, da zanîn ku rûyê xwe veşartiye û rojên dawîn ên tehliyekirinê xwe gihandiye Balefirgeha Kabîlê û bi alîkariya leşkerên Avûstralyayê ji welatê xwe reviyaye. Safî, derbarê reva xwe ya ji welatê xwe de ev tişt got: "Ji bo min rojeke pir zor bû. Ev biryara min a herî zor a jiyanê bû."   PÊŞEROJA JINAN    Di berdewamê de Safî, ev tişt anîn ziman: "Bi rastî qet nefikirîbûm ku em ê dîsa neçarî penaberiyê bibin. Tunebûna nasname, hêvî kar û rûmeta mirov hesteke gelek xerîb e. Gelek zor e ku min xebatên xwe yên ji bo avakirina hikûmetê, mafên jinan û jiyana malbata xwe li pey xwe hişt. Gelek bi fikar im. Lewre nediyarî û tirseke mezin heye. Ji sozên Talîbanê yên derbarê mafê jinan de bawer nakim. Jinên Afganistanê li hemberî rewşa heyî êşên mezin dikişînin û xwe xemgîn hîs dikin."