Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da 2021-09-12 10:42:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Perûyê, profesorê felsefeyê Abimael Guzman (86) ku Serokê Rêya Ronahiyê bû, li girtîgeha ku 29 sal bûn lê dihat tecrîdkirin jiyana xwe ji dest da.    Yek ji navên remz ên tevgerên şoreşger damezrînerê Rêya Ronahî Abimael Guzman (86), li girtîgeha giravayê ya bajarê Callao yê Perûyê ku ji sala 1992'an ve lê girtîbû jiyana xwe ji dest da. Profesorê felsefeyê Guzman ku navê “Serok Gonzalo” bi kar dianî 29 sal bûn dihat tecrîdkirin. Serokê Enstîtuya Girtîgeha Neteweyî (INPE) Susana Silva, bi daxuyaniyekê piştrast kir ku Guzman ê demeke dirêj bû pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn, li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.