Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’ 2021-09-18 14:11:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê, li Afganîstanê tabeleya “Wezareta Jinê” weke “Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” gûhert.    Talîbana ku rêveberiya Afganîstanê dagir kir, tabelaya “Wezareta Jinê” daxist û li şûna wê tabelaya “Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” daliqand.    Di dîmenên li ser medya dijîtal hatin parvekirin de, tabelaya Wezareta Jinê ya li paytexta Kabîlê tê daxistin û li şûna wê panoya li ser “Wezareta Dua, Rêberî û Teşwîq kirina Namûsê û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” nivîsandi bû, tê daliqandin.   Jinên ku li Wezaretê dixebitîn, destûr nehat dayîn ku bikevin avahiyê.