Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan 2021-09-26 19:04:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar ku di sala 2019’an de hat girtin û cezayê wê du salan hat hesibandin hat berdan.    Yek ji serokên navdar ên Eniya Gel ji bo Rizgariya Filistînê (EGRF) Xalida Jarrar, li Şeria Rojava di 28’ê sibata 2019’an de piştî 20 meh cezayê girtîgehê lê dabûnê hatibû berdan. Jarrar, ku di 31’ê cotmeha 2019’an de di serdegirtina mala xwe de li bajarokê Ramallah ê Şeria Rojava hatibû binçavkirin û vê carê 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û şandin girtîgehê.   Jarrar piştî ku cezayê xwe qedand îro ji girtîgehê derket.