Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir 2021-10-08 10:52:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê, ji bo hilbijartina parlamentoyê, “dengdana taybet” di saetên serê sibê de dest pê kir.    Iraq dê di 10’ê Cotmehê de, ji bo hilbijartina parlementoyê diçe ser sindoqan. Li hemû bajarên Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê, wê roja Yekşemê hilbijartina pêşwest bê lidarxistin. Berî hilbijartina roja Yekşemê, îro ji bo “dengdana taybet” a esker, polîs, asayiş, penaber û girtiyan deng tên bikaranîn. Dengdan wê heya 9’ê Cotmehê dewam bike.    Welatiyên din jî, wê di 10’ê Cotmehê de, biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.