Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin 2021-10-09 10:05:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê, ragihand ku hêzên eskerî yên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin e.   Berdevkê Eskerî yê Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî Yahya Resûl, di daxuyaniyek nivîskî ya kir de, ragihand ku hêzên eskerî yên Amerîkayê, dest bi vekişîna ji Iraqê kirin e. Resûl, her wiha diyar kir ku hewldanên ji bo temamkirina pêvajoya paş vekişînê wê heya 31’ê Kanûnê dewam dikin.   Iraqê di 17’ê Îlona 2021’an de, daxuyand ku bi Amerîkayê re li hev kirine ku hêzên xwe yên şer li Enbar û Hewlerê kêm bike.