Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin 2021-10-10 20:46:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê, diyar kir ku wê di nava 2 saetan de rêjeya tevlîbûna hilbijartinê û di nava 24 saetan de jî encama hilbijartinê were aşkerakirin.     Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê saet di 18.00'an de bi dawî bûn û jimartina dengan dest pê kir. Jimartina dengan li navendên hilbijartinê hê jî didome. Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê, têkildarî tevlîbûn û encamên hilbijartinê daxuyaniyek da ragihand ku wê di nava 2 saetan rêjeya tevlîbûna hilbijartinê û di nava 24 saetên de jî encama hilbijartinê bên aşkerakirin.