Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan 2021-10-11 14:01:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku ji sedî 41'ê hilbijêrên Iraqê çûne ser sindoqan û dengê xwe ji bo Hilbijêrtina Parlamentoyê dane.    Duh hilbijartinên parlamentoyê li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hatin. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, têkildarî rêjeya beşdariya hilbijartinan daxuyanî da û ragihand ku li gorî vekirina ji sedî 94'ê sindoqan ji sedî 41'ê hilbijêrên Iraqê çûne ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîne. Komîsyonê, destnîşan kir ku 9 milyon û 77 hezar û 779 hilbijêr dengê xwe bi kar anîne.    Tê payîn ku saet di 15.00'an de encamên fermî yên hilbijartinê bên aşkerakirin.