Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in 2021-11-14 09:07:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevana rûs Marîanna Belenkaya ku çû sînorê Belarûs-Polonyayê, ragihand ku penaberên li Grodnoyê ji Herêma Kurdistana Federe hatine û ji rêveberiya herêmî nerazî ne.    Nûçegihana Kommersantê Marîanna Belenkaya, çû kampa penaberan a li Grodnoyê. Belenkaya, ragihand ku piraniya penaberên li kampê kurd in û ji ber xizanî û betaliyê hatine û Rêvebiriya Kurdistana Federe rexne dikin.    Nûçegihana rojnameya Kommersantê Marîanna Belenkaya çû sînprê Belarûs-Polonyayê. Belenkaya li vir ji nêz ve şert û mercên ku penaber tê de ne raçav kirin. Belenkaya ev tişt ragihandin: "Kesên di konên kampa li hêla sînorê Brûzgî-Kûznîstayê dibêjin, 'An sînor vekin an jî em ê li vira li benda mirina xwe bin.' Kampa, di navbera Belarûs û Polonyayê de li devereke teng de ye. Hin kon hene hema bibêje li ber qereqola sînor a Polonyayê ne. Helbet di navberê de têl hene. Li gor dîtinên rojnamevanên li herêmê li vira nêzî 4 hezar penaber hene."    PIRANÎ KURD IN   Rojnamevana rûs Belenkaya anî ziman ku jinên ducanî li erdê radizên û ji ber nexweşînê û birçîna nikarin xwe zêde tev bidin. Belenkaya, ragihand ku li kampê di 2 rojan de 5 ton av, konserve û lihêf hatine belavkirin û ya ku ev kiriye jî rêxistina Xaca Sor a Belarûsê û rêxistinên civaka sivîl in. Belenkaya, diyar kir ku ji bo vê hevdîtin bi mensûbekî parlementoya Belarûsê Îgor Gedîç re hevdîtin kiriye û Gedîç gotiye, welatên rojavayê guhnedêr in, welatên ku penaber lê ne tarûmar kirine û mafên mirovan binpê dikin. Belenkaya ku anî ziman piraniya penaberan ji Dûbaî û Enqereyê hatine Mînksê, got: "Piraniya penaberên li Grodnoyê ji Herêma Kurdistana Federe hatine. Hin jê jî li Necef û Basrayê hatine. 3 kes ji wan jî sûriyeyî ne."    KURDISTANA FEDERE   Marîanna Belenkaya, diyar kir ku piraniya penaberan ji ber bêhêvîtî û xizaniyê reviyane û hin kesên ku wê bi wan re hevdîtin kirine ji Rêvebiriya Kurdistana Federe nerazî ne. Belenkaya got: "Ji penaberan yek jê ji Kurdistanê çûye Bexdayê. Paşê xwe gihandiye Dûbaiyê û ji wir jî hatie Mînksê. Li vira, li balafirgehê 250 dolar daye. Ew jî nizane çima ev qas dolar daye. Her wiha hemşîreyê bi navê Mûstafa jî dibêje, wî 110 dolar daye."    TEKANE ÇARE DERBASKIRINA SÎNORÊ POLONYAYÊ   Li gor agahiyên ku Belankayayê ragihandin, vegera ji kampê jî pir zehmet e. Hêzên eskerî yên Belarûsê destûra vegerê jî nadin. Her wiha vîzeyên ku ji bo 2 hefteyan tên dayîn jî li vir diqedin. Yanî tekane çare derbaskirina sînorê polonyayê ye. Belenkaya dibêje: "mahmût derbasî hêla Polonyayê bûye, lê polîsan ew 3 rojan di binçavan de hiştiye. Paşê wî cardin şandine Belarûsê. Ew jî hatiye Grodnoyê. Jineke ku paşnavê wê Ahmed e, kurê wê, hevjînê wê û 3 zarokên wê yên din winda ne. Li gor jinikê ew derbasî aliyê Polonyayê bûne û dibe ku li wir hatibin girtin. Hê jî xeber ji wan negirtiye."    MA / Îsmet Konak