Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir 2021-11-16 16:15:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Tacemû ya Partiya Pêşerojê Yekgirtî û her wiha parlementerê Misrî Atef Maxawirî têkoşîna PKK’ê ya ji bo bidestxistina mafên sereke yên gelê Kurd weke têkoşîneke rewa û mafdar binav kir û got: “PKK di lîsteya terorê de hiştin, neheqiye li têkoşîna rewa ya gelê kurd e.”   Cîgirê Serokê Tacemû ya Partiya Pêşerojê Yekgirtî û her wiha parlementerê Misrî Atef Maxawirî di çarçoveya kampanyaya Meclîsa Dîjîtal ya Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ ya bi dirûşma, “PKK gele, gel nayê qedexekirin” de axivî.   Maxawirî ku têkoşîna PKK’ê weke têkoşîneke rewa ya gelê Kurd bi nav dike û wiha dibêje; “Têkoşîna PKK’ê ya ji bo bidestxistina mafê rewa û rakirina zilma li ser birayên me yên Kurd li Tirkiye, dibe sedem ku em bang li hemû cîhana azad bikin, navê PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.”   Atef Maxawirî binavkirina PKK’ê weke rêxistineke ‘terorîst’ jî weke neheqiyekî destdigire û dibêje: “PKK di lîsteya terorê de hiştin neheqiye. Ev neheqiyeke li gelê Kurd ê têdikoşe ji bo cihê xwe di nava netewe û cîhana azad de bigire. Ev têkoşîna ji bo edalet û wekheviyê, rewaye û ji aliyê peymanên navnetewî ve hatiye pejirandin.   Parlementerê Misrî Atef Maxawirî diyar kir PKK di lîsteya terorê de hiştin, zirerê dide û got: “PKK weke rêxistineke ‘Terorîst’ pênase kirin, gelek zirerê dide. Bi taybet jî serokê vê partiyê Birêz Abdullah Ocalan hîn jî di zîndananên rayedarên Tirkiyeyê de ye. Dema Birêz Ocalan hate girtin, me li Misrê got, li şûna girtinê divê gotûbêj pêre bê kirin. Em ji cîhana azad û rêxistinên navnetewî dikin dawî li vê neheqiya ku li herêma me bi taybet jî li gelê Kurd tê kirin bînin.”