Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike 2022-05-24 15:49:32   ENQERE - Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû kû çû Filîstînê dê sibê li Îsraîlê bi rayedarên Îsraîlê re hevdîtinekê pêk bîne.    Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, ji bo ku Serokatiya Civîna Komîteya Hevpar a Filîstîn-Tirkiyeyê bike çû Filistînê. Çavûşoglû wê îro bi Wezîrê Karên Dervê Riyad el Malîkî yê Filîstînê re hevdîtinê pêk bîne. Sibe jî wê Çavûşoglû bi Serokê Filîstînê Mahmût Abbas re hevdîtin bike. Piştî van hevdîtinên xwe yên li Filistînê wê Çavûşoglû derbasî Îsraîlê bibe û li bajarê Tel Avîvê bi rayedarên Îsraîlê re hevdîtin bike. Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike.    Tê payîn ku di van hevdîtinan de projeya gaza behra spî ku di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bê kirin jî di nav de gelek proje di navbera aliyan de bên axaftin.    Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatîh Donmez jî bi Çavûşoglû re serdana Îsraîlê dike.    Wê Çavûşgolû li Îsraîlê bi hempîşeyê xwe yê îsraîlî Yaîr Lapîd re hevdîtin bike.    Li bendê ye ku piştî hevdîtina Tel Avîvê têkiiliyên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye-Îsraîlê derkeve asta sefîrtiyê.    Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog di meha adarê de hatibû Tirkiyeyê û bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan re hevdînek pêk anîbû.