‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’ 2023-05-28 15:15:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Petrolê yê Iraqê da zanîn ku ji bo îxrackirina petrola li Herêma Federe ya Kurdistanê li benda şandeyeke ji Tirkiyeyê ne. Endamê Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Kazim Turkî jî got ku Tirkiye îxrackirina petrolê li dijî Bexdayê weke amûrekî zextê bi kar tîne.    Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulganî têkildarî destpêkirina îxrackirina petrola Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da. Hayyan, da zanîn ku têkildarî îxrackirina petrola Herêma Federe ya Kurdistanê li bendê ne ku şandeyeke ji Tirkiyeyê bê serdana Iraqê.    Hayyan Abdulganî, destnîşan kir ku Tirkiye sedema destpênekirina îxrackirina petrola Herêma Kurdistanê weke erdhejê nîşan dide.    Endamê Komîsyona Petrol û Gazê yê Parlamentoya Iraqê Kazim Turkî jî têkildarî mijarê wiha got: “Tirkiye nerihete ku dê tazmînata 1,5 milyar dolaran bide. Tirkiye, îxrackirina petrolê li dijî Bexdayê weke amûrekî zextê bi kar tîne.”