Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin 2023-05-29 14:10:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarana Îsraîlê ya li ser noxteyên Hizbullahê de 5 kes birîndar bûn.    Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku noxteyên hêzên parastina hewayî yên Sûriyeyê ku hêzên Hîzbûllahê lê ne, hedef hatine girtin. Li gorî SOHR’ê di êrişê de 5 kes birîndar bûne.    Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî diyar kir ku derdora Şamê hedef hatiye girtin, pergala wan a hewayî çalak bûye û gelek fuze astengkirine.