Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket 2024-01-21 11:51:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Rûsyayê ku 6 kes tê de bûn li Efxanistanê ket.    Midûryeta Giştî ya Hewavaniya Sivîl a Hindistanê (DGCA) li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku li bakurrojhilatê bajarê Badahşanê ya Efxanistanê balafirek ketiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafir a Hindistanê nîne.    Îdareya Hewavaniyê ya Rûs jî ragihand ku balafireke li ser navê qeydkirî û 6 rêwiyên wê hebûn dema li ser Efxanistanê difiriya winda bûye.