Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin 2024-04-13 13:15:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Avûstralyayê li dijî navendeke danûstandinê bi kêran êriş hate kirin û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê li navendeke danûstandinê bi kêran êriş hate kirin. Li gorî daxuyaniya polîsên Avustralyayê; di êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û êrişkar jî hate kuştin. Polîsan diyar kirin ku hêj sedema êrişê tespît nekirine û her îxtîmalê dinirxînin.    Li gorî saeta Avûstralyayê êriş saet derdora 16.00’an hate kirin û bi sedan kes ji navenda danûstandinê hatin tehliyekirin. Televîzyona dewletê ABC’ê ragihandibû ku hin kes li avahiyê asê mane. Xaçerêya Westfield Bondi ya li nêzî navendê bi temamî hatibû girtin û polîsan operasyoneke berfireh li dar xistibûn.