Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin 2024-07-21 13:01:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ragihand ku yek ji rêveberên payebilind ê DAIŞ’ê Ebû Hebîba hatiye girtin. Li cihê Hebîba nîşan dabû cenazeyê 3 kesan hatin dîtin.    Daîreya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ragihand ku yek ji rayedarên DAIŞ’ê “yê herî xeternak” Ebû Hebîba li bajarê Felluceyê hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hebîba cihê gorekî komî yê ku cenazeyên welatiyên iraqî tê de bûn nîşan daye.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha 3 cenaze ji gorê komî hatiye derxistin û xebatên lêgerînê berdewam in.