Li Pakistanê êrişa bombeyî: 14 kes mirin, zêdetirî 25 kes birîndar bûn 2026-02-17 13:12:16 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Pakistanê piştî du êrişên bombeyî, pevçûn rû dan. Hat diyarkirin herî kêm 14 kes mirine û zêdetirî 25 es jî birîndar bûne.  Li bajarê Xayber Paktûnxwa yê li bakurê rojavayê Pakistanê, di du êrişên bombeyî de herî kêm 14 kes mirin. Piştî êrişan, di navbera hêzên ewlehiyê û kesên çekdar de pevçûn derket. Hat ragihandin ku zêdetirî 25 kes birîndar bûne. Di nav kuştiyan de 11 endamên ewlehiyê û 3 sivîl hene. Her wiha di operasyonan de 3 kesem çekdar hatin kuştin.   Li gorî rayedaran, êrişa yekem li navçeya Bajaurê pêk hatiye. Wesayîteke tijî teqemenî li dîwarê medreseyekê ketiye û teqiyaye. Di teqînê de 8 polîsên li hundir û Pasvanên Sînor mirine û 10 peywirdarên ewlehiyê birîndar bûne. Ji ber hêza teqînê banên hin xaniyên derdorê hilweşiyan û zarokek jî jiyana xwe ji dest da. Rayedaran ragihand ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Êrişeke din jî li bajarê Bannuyê pêk hat. Bombeyeke ku di rîkşeyeke de hatibû bicihkirin û li nêzî xaleke kontrolê ya polîsan hatibû parkkirin, teqiya. Di teqînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.   Li navçeya Shangla jî, 3 polîs û 3 kesên çekdar di operasyona lêgerînê ya hêzên ewlehiyê de mirin. Polîsên parêzgehê diyar kirin ku kesên hatine girtin berê di êrışên li dijî sivîlan li Çînê de cih girtine.