Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî

  • cîhan
  • 21:51 15 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serok dewletê Filistînê Muhmud Abbas re bi telefonê hevdîtin pêk anî. 
 
Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serokê Dewletê yê Filistînê Muhmud Abbas re bi telefonê hevdîtin pêk anî.
 
Biden piştî hevdîtina bi Netenyahu re li Abbas geriya û hat zanîn ku di rojeva hevdîtinan de geşedan û bûyerên di navbera Îsraîlê û Filistînê hebû. 
 
Hat diyarkirin ku piştî Biden bû Serokê Amerîkayê cara ewil e bi her du lîderan re hevdîtin pêk tîne.