Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin

  • cîhan
  • 14:00 16 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îranê, 40 jinan ji bo hilbijartina serokkomariyê ku dê di meha hezîranê de bê kirin serlêdana namzetiyê kirin.
 
Li Îranê, ji bo hilbijartina serokkomariyê ku dê di 18’ê hezîranê de bê kirin 592 kesan serlêdana bernamzetiyê kir. Ji van nazmetan 40 jê jin in. Her wiha Serokkomarê berê yê Îranê Ahmedînejat, Serokê Erka Darazê Îbrahîm Reîsî û Berdevkê berê yê Parlamentoyê Alî Larîcanî jî serlêdana namzetiyê kirine.