Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an

  • cîhan
  • 15:54 16 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku filistîniyên di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 174’an.
 
Şerê ku di navbera Artêşa Îsraîl û hêzên Hamasê de derketibû didome û hejmara sivîlên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku filistîniyên di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê de li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dane derketiye 174’an. Hat diyarkirin ku ji van kesan 47 jê zarok in. 
 
Artêşa Îsraîlê, duh jî bi hinceta ku Hamas bi kar tîne, bi moşekan êrişî avahiya ku AFP, Associated Press û Al Jazeera, li Gazzeyê bi kar tînin kir û hilweşand. Her wiha Artêşa Îsraîlê, ragihand ku li mala Serokê Hamasê yê Gazzeyê Yehiyej Sinwar jî dane. Hat diyarkirin ku dema êrişê Sinwar ne li mal bûye. 
 
WÊ KENY BICIVE
 
Tê payîn ku ji bo gengeşiya di navbera Îsraîl û Filistînê de biaxive Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li hev bicive. Wê nûnerên Îsraîl û Filistîn û nûnerê Rojhilata Navîn ê Amerîkayê jî tevlî civînê bibin.