'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’

  • cîhan
  • 15:44 1 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Civakên Gelan ên di Bin Gefê de ne (GfbV),  diyar kir ku Tirkiye demografiya Efrînê diguherîne û kurdan ji Efrînê derdixe û li şûna “îslamîstên radîakl” bi cih dike.
 
Şaxa Civakên Gelan ên di Bin Gefê de ne (GfbV) ya Almanyayê, derbarê texrîbatên Tirkiyeyê yên li Efrînê daxuyaniyek da. GfbV’ê ragihand ku Tirkiye li demografiya Efrînê diguherîne û xebatên bicihkirina îslamîstên radîkal dimeşîne. GfbV’ê, bi bîr xist ku demekê ji baweriyên cuda li Efrînê jiyane û hewl tê dayîn baweriya îslamê ya sunî li herêmê bê belavkirin. 
 
Ji pisporên GfbV’ê Kemal Sîdo, da zanîn ku gelheya Efrînê ji sedî 95’ê wê ji muslumanê sunî yên kurd pêk tê lê bi mudaxaleyên Tirkiyeyê demografiya Efrînê hatiye guhertin û wiha got: “Gelheya kurdan daketiye ji sedî 25’an. Piraniya gelê Efrînê terka malên xwe kirine û “îslamîstên radîkal” li şûna wan hatine bicihkirin. Êzidiyen Efrînê jî terka malên xwe kirine. Armanca Tirkiyeyê paqijkirina kurdan a ji Efrînê ye.”
 
Li gorî  GfbV’ê, wezên ku li mizgef û qursên quranê yên li Efrînê tên dayîn ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê ve tên amadekirin.