Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike

  • cîhan
  • 13:34 9 Hezîran 2021
  • |
img
CENEVRE – Raportorê NY’yê Mary Lawlor, banga berdana parastvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê kir û ev tişt got: “Tirkiye, bi girtina parastvanên mafên mirova, mafê azadiya ramanê û rêxistinbûnê û bi awayekî qanûnî sazkirina pîşeyê xwe ya kesan bin pê dike.”
 
 
Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Têkildarî Rewşa Parastvanên Mafên Mirovan Mary Lawlor, derbarê zextên li dijî parastvanên mafê mirovan û girtina wan daxuyaniyeke nivîskî da. Lawlor, diyar kir ku li Tirkiyeyê qanûnên ji bo têkoşîna li dijî terorê ji bo bêdengkirina parastvanên mafên mirovan tên bikaranîn û got ku ew ji vê rewşê bi fikar in. 
 
‘PARASTVANÊN MAFÊN MIROVAN HEDEF TÊN GIRTIN’
 
Lawlor, da zanîn ku parastvanên mafên mirovan û parêzer ji ber nêrinên wan ên muxalîf polis tundî û îşkenceyê li wan dikin û wiha got: “Tirkiye, gelek caran parastvanên mafên mirovan û parêzeran ji azadiyê kiriye û mafê azadiya ramanê û rêxistinbûnê û bi awayekî qanûnî sazkirina pîşeyê xwe ya kesan bin pê dike.”
 
 
MA / Ruştu Demîrkaya