Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin

  • cîhan
  • 12:56 25 Îlon 2021
  • |
img
ENQERE - Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên dîplomatîk de, li Qesra Spî bi rayedarên paye bilind re hatin gelhev. 
 
Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya hevdîtinên dîplomatîk de, hefteya borî derbasî Amerîkayê bû. Di şandeya ku ji aliyê rayedarên paye bilind ên Qesra Spî ve hatin pêşwazîkirin de, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Konseya Rêveber a Kantona Cizîrê Nazira Goriya û Hevseroka Konseya Sivîl a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya Dêrazorê Xesan El Yûsif cih girtin. 
 
Rayedarên Qesra Spî, ji şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Sûriyeyê ku niha li paytexta Amerîkayê Washîngtonê ye re, soza rêvebiriya Joe Biden ku hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike û hêzên wan li herêmê bimînin dubare kir û teqez kir ku ew dê beşdarî bidawîbûna DAÎŞ’ê, bermahiyên wê û aramkirina herêmê bibin.
 
EM Ê BERDEWAMA PIŞTGIRIYA QSD’Ê BIKIN
 
Têkildarî pirsgirêkên Sûriyeyê gelek mijarên girîng û rêyên çareseriya qeyrana deh salin zêdetire didome, hatin niqaşkirin. 
 
Li aliyê din şande, bi endamê Komîteya Karên Derve yên Meclîsa Nûneran ê ji komîteya Dijî Terora Cîhanî û Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakur Schneider re jî civiya. Hat ragihandin ku  hevdîtin erênî derbas bûye û wê Washington piştevaniya xwe ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bidomîn e.