Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir

  • cîhan
  • 12:05 28 Îlon 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rektorê ku Talîbanê wî tayînî Zanîngeha Kabîlê kir, ragihand ku jinan hem weke xwendekar hem jî weke hîndekar ji zanîngehê dûr xistiye. 
 
Rektor Mohammad Ashraf Ghaîrat ku Talîbanê wî tayînî Zanîngeha Kabîlê kir, bi awayekî bê dem jinan hem weke xwendekar hem jî weke hîndekar ji zanîngehê dûr xist. Mohammad Ashraf Ghaîrat, têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Weke rektorê Zanîngeha Kabîlê soz didim we ku heta ku ji bo herkesî rewşeke îslamî ya rasteqîn pêk neyê wê destûr neyê dayîn ku bikevin zanîngehê û tevlî xebatên wê bibin. Destpêkê îslam."