Agahî ji ciwanê ku Talîbanê binçav kiriye nayê girtin

  • cîhan
  • 11:37 29 Îlon 2021
  • |
img
ENQERE - Agahî ji xwendekar û nûçegîhanê wêneyan Mûrtaza Samedî ku Talîbanê wî binçav kiribû nayê girtin. Ji bo ku Samedî neyê darvekirin kampanya hat destpêkirin. 
 
Xwendekarê Zanîngeha Heratê û nûçegîhanê wêneyan Mûrtaza Samedî di 7'ê îlonê de li bajarê Heratê li pêş Federasyona Fûtbolê di çalakiyekê de ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatibû binçavkirin. Destpêkê Talîbanê binçavkirina Samedî qebûl nekir bi dîmenan derketibû holê ku Samedî hatiye binçavkirin. Piştî vê Talîban neçar ma û qebûl kir ku Samedî binçav kiriye. Li ser nûçeya "Rojnamegerê ku li ser Facebookê li dijî Talîbanê parvekirinan kir wê bê darvekirin" ku malpera Peshgo weşand, ji bo rawestandina darvekirina Samedî kampanya hat destpêkirin. Tê payîn ku Samedî hê jî di bin çavan de tê girtin.