PDK'ê Hesen piştî 112 rojan serbest berda

  • cîhan
  • 08:32 30 Îlon 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK'ê Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen piştî 112 rojan serbest berdan. 
 
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê bajarê Hewlêr Cîhad Hesen di 10'ê Hezîranê de ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatibû revandin. Hesen piştî 112 rojan serbest hat berdan. Hesen piştî ku hat berdan, der sînor hat kirin. Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî der sînorkirina Hesan da û diyar kir ku ev kirîn ne exlaqiye û derveyî pîvanên hiqûqiye. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Piştî 112 rojan a revandin Cîhad Hesen ji hêla hêzên PDK’ê ve, li kêlek wê jî rewşa nebaş a Cîhad û qedexeya dîtin û têkilîdanîna parêzer û malbatê pê re û bêyî tu darizandinan, vê êvarê PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen berda. Lê bi kiryareke derqnûnî û dûrî pîvanên mirovahiyê û desteserkirina belgeyên takakesî PDK’ê Cîhad Hesen ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojava ve şand. Tevî ku herêm di rewşeke hestiyar re derbas dibe û pêdivî bi piştevaniyê heye.
 
Ev yek digel rewşa girêk a metod ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve têkildarî dergehê Sêmalka û tedbîrên taybet ên derbasbûnê pêk hat. Di demekê de ku em vê kiryara bêrewa û dermirovî şermezar dikin, bang li zanayên Başûrê Kurdistanê dikin ku li şûna rageşî û kiryarên bê rewa xwedî hişmendî û aramiyê bin. Ji ber ev kiryar dikevin xizmeta dijmin."