Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin

  • cîhan
  • 11:10 1 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektora Sendîkaya Unite the Union Clare Baker, diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê hemû gel têkoşîneke yekbûyî bimeşînin û got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan divê em dengê xwe bilindtir bikin."
 
Dîrektora Navneteweyî ya Unite the Union ku sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê ye û sekretera kampanyaya “Ji Ocalan re azadî"  Clare Baker, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna navneteweyî ya li dijî tecrîdê, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re nirxandin.
 
Clare Baker, bal kişand ser kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya di sala 2016'an de bi beşdariya bi dehan sendîkayên li Brîtanyayê dest pê kir û wiha axivî: "Kampanyaya me bi beşdariyeke xurt dewam dike. Yekitiya Zanîngeh û Kolejan (UCU), Kongreya Sendîkayên Karkeran ên Brîtanyayê (TUC) û 16 sendîka bi rengekî çalak tev lê dibin. Me diyar kir ku divê çarçoveya kampanyayê bigihêje bi milyonan mirovan û azadiya birêz Abdullah Ocalan misoger bike. Di vê çarçoveyê de me çalakiyên cur bi cur pêk anîn. Gelek sendîkayên tev li kampanyayê bûn, got felsefeya birêz Ocalan bandor li wan kiriye û destekê didin azadiya wî. Ji bo azadiya birêz Ocalan em ê kampanyaya xwe bidomînin."
 
Baker, da xuyakirin ku armanca tecrîda li ser Ocalan ew bû ku pêşî li belavbûna fikrên wî bigirin û wiha axivî: "Sedema bingehîn a girtîbûna birêz Ocalan tirsa dewleta Tirk a ji ramanên wî ye. Ramanên birêz Ocalan bandorê li gelek aliyan dikin. Ev fikir demokrasî, azadiya jinan û mirovahî ne. A rast divê dewleta Tirk bê tirs van fikiran biparêze. Di vê fikir û têkoşînê de azadî heye. Ya ku hikumeta Tirk hewl dide biçewisîne jî ev e."
 
'DEWLETA TIRK HIQÛQÊ PÊK NAYNE'
 
Baker, têkildarî tecrîda li Îmraliyê jî wiha ev nirxandin kir: "Tecrîda li ser birêz Ocalan, hem li dijî qanûnên dewleta Tirk e, hem jî li dijî qanûn û hiqûqa navneteweyî ye. Pergala tecrîdê îşkenceya li ser birêz Ocalan e. Ev tecrîd tecrîda li ser Kurd, karker, kedkar, jin, rojnamevan, muxalîfên li Tirkiyê ye."
 
Baker, diyar kir ku CPT’yê gelek caran rapor li ser tecrîdê amade kirine, lê tenê li ser kaxizan mane û wiha dewam kir: “Divê zext li CPT’yê were kirin da ku wezîfeyên xwe bi cih bîne. Divê CPT tiştên ku di raporên xwe de dinivîse, bişopîne û raya giştî têkildarî tecrîdê agahdar bike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo birêz Ocalan helwesteke aktîf nîşan nade. Birêz Ocalan rastî êrişeke mezin a dewleta Tirk a li dijî mafên mirovan tê. Bêdengiya DMME’yê ya li hemberî van êrişan hemûyan nayê qebûlkirin. Dewlet ne tenê êrişî birêz Ocalan dike, di heman demê de êrişî girtiyên siyasî, rojnamevan û ciwanan jî dike. Divê CPT û DMME berpirsyariyên xwe yên li pêşberî helwesta dewleta Tirk a li girtîgehan bi cih bîniin. Ji alîyekî din ve Brîtanya jî tenê çav li van rewşan digire. Ev yek ji ber têkiliya wan a bi dewleta Tirk re ye."
 
'JI BER TECRÎDÊ DIVÊ CEZA LI TIRKIYÊ BÊ BIRÎN’
 
Baker, anî ziman ku li dijî tecrîda li ser Ocalan tu ceza li dewleta Tirk nehatine ferzkirin û rêz kir: "Em derbarê kampanyayê de hem bi parlamenterên Partiya Karkeran a li Brîtanyayê û hem jî bi parlamenterên ewropî agahdar kirin, da ku tiştên diqewimin ji wan re ragihînin. Em li ser sûcên Tirkiyê yên li dijî mirovahiyê hem di nava sînorê xwe de hem jî li derveyî sînorê xwe agahiyan didin."
 
Baker, bi bîr xist ku Erdogan hewl dide hemû aliyên li dijî xwe weke terorîst ragihîne û wiha pê de çû: "Divê welatên Ewropayê di lîstika Erdogan de nebin piyon. Erdogan dixwaze gelê Kurd tune bike. Brîtanya û welatên din ên Ewropayê, pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk û ji gefên Erdogan ên li dijî koçberan ji ber berjewendiyên wan ên aboriyê paşguh dikin. Erdogan bi hêza ku ji Ewropayê girtiyeî tecrîdê kûrtir dike. Divê siyasetmedar helwesteke cidî nîşan bidin û dawî li vê bînin û teqez divê azadiya Ocalan bibe rojev.  Bi azadiya birêz Ocalan re ancax rejîm û zîhniyeta Erdogan dikare biqede û rêya aştiyê bi azadiya Ocalan dikare pêk were."  
 
'DIVÊ EM LI DORA KAMPANYAYÊ BIBIN YEK'  
 
Clare Baker ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî girîngîya meşandina têkoşîna yekgirtî destnîşan kir û wiha bi dawî kir: "Divê em bi hev re bixebitin, kampanyaya xwe xurt bikin, bi tevger û partiyên çepgir re zêdetir xebatan bikin.  Divê em diyar bikin ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ji bo gelên kedkar ên bindest ên tevahiya cîhanê girîng e. Divê em helwesta êrişkar a dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd û birêz Ocalan ji hemû gelan re vebêjin. Heke pêşî li sûcên li dijî mirovahiyê yên Tirkiyê neyê girtin, dê ev yek li tevahiya cîhanê bê kirin. Gelê Kurd ji bo ku bêhtir dengê xwe bilind bike û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan misoger bike, divê li dora kampanyayê bibe yek."