Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir

  • cîhan
  • 10:52 8 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê, ji bo hilbijartina parlamentoyê, “dengdana taybet” di saetên serê sibê de dest pê kir. 

 
Iraq dê di 10’ê Cotmehê de, ji bo hilbijartina parlementoyê diçe ser sindoqan. Li hemû bajarên Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê, wê roja Yekşemê hilbijartina pêşwest bê lidarxistin. Berî hilbijartina roja Yekşemê, îro ji bo “dengdana taybet” a esker, polîs, asayiş, penaber û girtiyan deng tên bikaranîn. Dengdan wê heya 9’ê Cotmehê dewam bike. 
 
Welatiyên din jî, wê di 10’ê Cotmehê de, biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.