Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin

  • cîhan
  • 13:28 10 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Çavdêriyê ya Azadiya Rojnamegeran, aşkera kir ku 2 roj in agahî ji nûçegîhanê DW'ê Alî Abdûzzahra nayê girtin. 
 
Mala Çavdêriyê ya Azadiya Rojnamegeran, bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir ku ji 7'ê cotmehê ve agahî ji nûçegîhanê televîzyona Deutsche Welleyê (DW) yê paytexta Iraqê Bexdayê Alî Abdûzzahra nayê girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derbarê cihê Abdûzzahra de tu agahî nayên bidestxistin. Tê angaştkirin ku Abdûzzahra ku li ser kêmneteweyan lêkolînan dike hatiye revandin.