Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin

  • cîhan
  • 11:54 11 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, di parvekirina hesabê xwe yê twîtterê de ragihand ku, fînansor û Cîgirê serokê DAIŞ’ê Samî Jassem hatiye girtin. 
 
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, li ser hesabê xwe yê twîtterê, bi parvekirinên xwe yên bi kurdî, erebî û îngîlîzî, diyar kir ku Cîgirê Ebûbekîr Bexdadî, endamê rêxistinê yê bi navê Samî Jassem, ku berpirsê rêxistinê yê aboriyê bû, bi xebateke îstîxbaratî hatiye girtin. 
 
Serokê DAIŞ’ê Ebûbekîr Bexdadî di 27’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Amerîkayê ve li herêma ku di bin kontrola Tirkiyeyê de bi operasyonekê hatibû kuştin.