Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan

  • cîhan
  • 14:01 11 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku ji sedî 41'ê hilbijêrên Iraqê çûne ser sindoqan û dengê xwe ji bo Hilbijêrtina Parlamentoyê dane. 
 
Duh hilbijartinên parlamentoyê li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hatin. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, têkildarî rêjeya beşdariya hilbijartinan daxuyanî da û ragihand ku li gorî vekirina ji sedî 94'ê sindoqan ji sedî 41'ê hilbijêrên Iraqê çûne ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîne. Komîsyonê, destnîşan kir ku 9 milyon û 77 hezar û 779 hilbijêr dengê xwe bi kar anîne. 
 
Tê payîn ku saet di 15.00'an de encamên fermî yên hilbijartinê bên aşkerakirin.