Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê

  • cîhan
  • 17:05 14 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep, agahiyên ku Tirkiye di operasyona li dijî Kurdistana Federe de çekên kîmyewî bi kar tîne, bir rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê.

 
Partiya Çep, agahiyên ku Tirkiye di operasyona  li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de, "çekên kîmyewî bi kar tîne" bir rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê.
 
Partiya Çep a yek ji partiyên muxalefet a Elmanyayê ye, daxuyanî û agahiyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve bire rojeva Meclîsa Federal. Pêşnûmepirsa bi pêşnegtiya Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût hate amadekirin ev pirs hate kirin: “Hikûmeta Federal a Elmanaya, ji bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a di tevgera bi navê ‘Operasyona Peçê Teyr û Pençê Brûskê’ de  li dijî hêzên PKK’ê bikaranîn, agahî hene an na?’
 
AKBÛLÛT: DIVÊ ELMANYA DAWÎ LI BÊDENGIYÊ BÎNE
 
Di pêşnûmepirsa ku agahî û nûçeyên li ser medya Kurdî hatine parvekirin weke çavkanî hatiye nîşandan, tê payîn ku hikûmeta Federal hefteya pêşiya me bersiv bide.
 
Akbûlût ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di dîmenên hatine parvekirin de diyar dibe ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne, daxwaz kir ku pispor lêkolînê bikin.
 
Akbûlût bal kişand ser helwestên Elmanya û got: “Divê Elmanya dawî li bêdengiya xwe ya li ser vê mijarê bîne. Ji ber yek ji welatên ku di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re di warê siyasî, leşkerî û dîplomasî de xwedî peywendiyên xurt in, tê. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Elmanya (OPCW) dikare bikeve tevgerê.”