Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir

  • cîhan
  • 11:55 19 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Brexîtê yê Ingilistanê David Frost, bi hinceta ku Brexît êdî ewle ye  ji hikûmetê îstîfa kir. 
 
Li Îngilistanê, bi hinceta ku Brexît êdî ewle ye Wezîrê Brexîtê yê Ingilistanê David Frost ji hikûmetê îstîfa kir. Hikûmeta Ingilistanê îstîfaya Frost qebûl kir. Ofîsa Serokwezîrê Welat Borîs Johnson roja şemiyê nameya îstîfayê ya Frost weşand û diyar kir ku Brexît êdî ewle ye' û demildest wê Frost îstîfa bike. Li gorî çapemeniya xwecih wezîrê Brexîtê beriya bi heftiyekê îstîfa xwe daye lê Serokwezîr Johnson ew qanih kiriye ku heta çileyê li ser peywira xwe bimîne.