Jeffrey: Komên girêdayî Tirkiyeyê sûcên şer kirin

  • cîhan
  • 11:13 30 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê berê yê Sûriyeyê James Jeffrey, diyar kir ku komên girêdayî Tirkiyeyê li Girê Spî û Serêkaniyê sûcê şer kirine. 
 
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê berê yê Sûriyeyê James Jeffrey ku bi Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trûmp re dixebitî, derbarê êrişa Tirkiyeyê ya dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de axivî û diyar kir ku di vê êrişê de komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê sûcê şer kirine. Jeffrey, têkildarî mijarê ji televîzyonekê re axivî û da zanîn ku ji ber sûcê şer derbarê hin koman de lêpirsîn hatiye destpêkirin û piştre hatine cezakirin. 
 
Di berdewamê de Jeffrey, bi lêv kir ku ji bo sûcê şer ên komên girêdayî Tirkiyeyê delîl şênber pêşkêş kirine û derbarê hin sucan de jî lêpirsînên hatine destpêkirin didomin û ev tişt got: "Bi awayekÎ vekirî komên ku Tirkiye piştgirî dide wan sûcên şer kirin. Rêveberiya Biden vê lêkolîn kir û ji van koman yekê jê ceza kir."
 
Piştî ku Tirkiye û komên girêdayî xwe ketin Grê Spî û Serêkaniyê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û gelek sûcên pêk hatin. Ev di raporên rêxistinên mafên mirovan de jî cih girtin û pêşkêşî saziyên navneteweyî hatin kirin.